Li Efxenîstanê lehî: 10 polês canê xwe ji dest dan

Li wîlayeta Gaznîya Efxenîstanê erebeyek ji ber lehîyê qelibî, di encama qezayê de 10 wezîfedarên ewlehîyê canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 30.07.2022 14:25:33 / Güncelleme: 30.07.2022 14:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li wîlayetên Gaznî û Zabulê piştî barana zêde lehî rabû.

Li gorî agahîyên ku ji Ajansa Xeber a Baxtarê hatine bidestxistin li navçeya Qarabaxa Gaznîyê erebeya ku wezîfedarên ewlehîyê tê de bûn, ji ber lehîyê qelibî.

Di encama qezayê de 10 polês canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Di encama lehîyê de jî gelek xanî û rê jî bi xirabî tesîrdar bûn. (ÎLKHA)