Li Rihayê servisa karkeran li darê qelibî: 12 birîndar

Hat destnîşankirin ku li ser rêya Riha-Entabê servisa ku karkerên febrîkeyê tê de bûn li darê qelibî, di encama qezayê de 12 kes birîndar bûn.

Ekleme: 30.07.2022 11:25:33 / Güncelleme: 30.07.2022 11:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin servisa bi plaqeya 63 S 0432 ku di bin qontrola Îbrahîm G. de bû di seatên serê sibê de li ser rêya Entab-Rihayê nêzê Herêma Senayî ya Organîzeyê, ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û li darê qelibî.

Di encama qezayê de 12 kes birîndar bûn û kesên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê bajêr.

Hat diyarkirin ku derheqê qezayê de tehqîqat hat despêkirin. (ÎLKHA)