Rejîma îşxal'ê, dema desteserkirina Ehmed Atun'ê parlementerê Quds'ê dirêj kir

Mehkemeya leşkerî ya rejîma îşxalkera sîyonîst, dema desteserkirina Parlamenterê Quds'ê Ehmed Atun'ê ku ji Qudsê hatibû dûrkirin 4 mehan dirêj kir.

Ekleme: 29.07.2022 14:30:42 / Güncelleme: 29.07.2022 14:30:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hêzên îşxalê, di 1'ê Nîsan'a 2022'an de, rojekê berî remezanê xwe berdan ser mala Ehmed Atun'ê parlementerê Quds'ê li bajarê Beytlahîm'ê ku dikeve başûrê Şerîeya Rojavayê wî desteserkirin.

Di vê bûyerê de parlamenter Atun piştî ku tenê 8 meh serbest hat berdan careke din hat girtin. Beriya 8 mehan azadiyê dîsa bi qerara cezayê îdarî 12 meh di bin esaretê de ma bû.

Atun beriya wê jî gelek caran bi girtinên îdarî ji aliyê hêzên îşxalker ve hatibû girtin. Hate diyarkirin ku Ehmed Atun heta niha bi tevahî 16 salan di girtîgehê sîyonîstan de ma ye. (ÎLKHA)