Li Bamerneyê dronek ket xwarê

Hat ragihandin îro derdora seat 11.30î de li herêma Bamernêya girêdayê Amêdîyê dronek ket xwarê.

Ekleme: 28.07.2022 14:50:11 / Güncelleme: 28.07.2022 14:50:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber ketina xwarê ya dronê li herêmê şewat derket ku ji ber şewatê derdor zirar dît.

Hêj nayê zanîn dron ji baregeha Tirkîyeyê  bi hewa ketiye yan jî ji teref PKKyîyan ve ji bo êrîşa hatiye bikaranîn.(ÎLKHA)