Yapicioglu: Divê hemû kes karibe bi rihetî bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehîyê bibîne

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Manîsayê bi temsîlkarên STKyan û her wisa bi muxtar, karser û endamên partîyê re hatin ba hev û îstîşareyan kir.

Ekleme: 28.07.2022 11:25:34 / Güncelleme: 28.07.2022 11:25:34 / Xeberen Kurdi / Manisa Haberleri
Destek için 

Di hevdîtina ku hat kirin de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê rojevê de nirxandinan kir û dû re pirsên endamên çapemenîyê bersivand.

Endamekî çapemenîyê yê ku beşdarî civîn û hevdîtina ku hat kirin bûbû ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê nêrîna HUDA PARê ya derheqê zimanê Kurdî de pirsek kir. Yapicioglu pirsa ku jê hat kirin wisa bersivand: “ Divê hemû kes karibe bi rihetî bi zimanê xeber bide, bi zimanê xwe yê dayikê karibe perwerdehîyê bibîne ku ev yek heq e.”

“Hinek kes dibêjin ger li welat yekîtîya zimên xera bibe ew ê yekîtîya welêt jî xera bibe û ew digelhevîya heyî jî xera bibe.  Ez wisa nafikirim.”

Yapiciogluyê ku got, Xweda qasidan ji qewman re dişîne û ew qasid jî bi zimanê wan qewman bi wan re xeber didin di berdewama nirxandina xwe de wisa axivî: “ Ji ber vê yekê pêxember mamasteyên însanan in. Ew ilmê bi însanan didin hînkirin. Ger Xweda ji bo her qewmekî  mamosteyekî ku bi zimanên wan xeber dide şandibe, wê demê ger însan bixwazin bi zimanê xwe perwerdehîyê bibînin vê yekê wek heqê wî bidinê. Hinek kes dibêjin ger li welat yekîtîya zimên xera bibe ew ê yekîtîya welêt jî xera bibe û ew digelhevîya heyî jî xera bibe.  Ez wisa nafikirim.  Temamê zimanan ayetên Xwedê ne, temamê însanan evdên Xwedê ne û temamê însanan wek dinanê şehekî wekhev in.  Serdestîya tu qewmî ji tu qewmekî din re tune ye. Biya min em hev nas bikin û tiştnan li ser hevdû ferz nekin û hemû kesî weke ku ew xwe îfade dikin qebûl bikin ez bawer dikim ew ê biratîya me qewîtir bibe.”

“Madem hedefa esil parastina ewlehîya can, mal, dîn, eql û nesla însanan e, wê demê dema ku hûn ewlehîya can, mal, dîn, eql û nesla însanan muhafeze bikin nikarin li reng, ziman, qewm û memleketê wî mêze bikin “

Yapiciglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew wek HUDA PARê dibêjin ku siyaset û dewlet li ser pênc esasan hatine avakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çi ev 5 tişt?  Ewlehîya can, mal, dîn, eql û nesla însanan e. Divê ev yek bên parastin.  Îslam yanî bawerîya me van 5 tiştan kiriye bin parastinê.  Her çi tiştên ku Îslam anîne tev an rasterast an jî nerasterast bi van 5 tiştan re eledar in. Madem hedefa esil parastina ewlehîya can, mal, dîn, eql û nesla însanan e, wê demê dema ku hûn ewlehîya can, mal, dîn, eql û nesla însanan muhafeze bikin nikarin li reng, ziman, qewm û memleketê wî mêze bikin. “(ÎLKHA)