Li Qocaelî'yê di febrîqeyê de teqîn: 11 birîndar

Di encama teqîna ku li febrîqeyeka galvanîzê ya li navçeya Kartepe'ya Qocacelî'yê pêk hat de 11 kes birîndar bûn.

Ekleme: 28.07.2022 11:05:32 / Güncelleme: 28.07.2022 11:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Teqîn di febrîqeya galvanîza ku li Devera Pîşesazîya Organîze ya Arslanbeya navçeya Kartepe'ya Qocaelî'yê de qewimî.

Li gorî agahiyên hat bidestxistin dema karker di febrîqeyê de dixebitîn ji sedemeke nedîyar teqîn çêbû.

Piştî teqînê ekîbên îtfaîye, tendirustî û polîsan hat sewqkirin li cihê bûyer lê qewimîye. Di encama teqînê de 11 kes birîndar bûn.

Hat qeydkirin ku kesên di teqînê de birîndar bûne bi ambûlansan hatin birin nexweşxaneyê û li wir hatin dermankirin.

Sebeba teqînîyê tê vekolîn. (ÎLKHA)