Li Nisêbîn'a Mêrdîn'e ji ber operasyonan qedexeya derketina derve hat îlankirin

Li Meheleya çoltera Merbab'a Nisêbîna navçeya Mêrdîn'ê ji ber operasyonên li dijî PKK'yê qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Ekleme: 28.07.2022 10:45:34 / Güncelleme: 28.07.2022 10:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtîya Mêrdîn'ê hat belavkirin de werê hat gotin, "Di nav sînorên navçeya Nisêbînê li çolter û meheleyan de operasyona li dijî PKK'yê wê bê kirin."

Di berdewama daxuyanî ku hat belavkirin de derbarê mijarê de werê hat destnîşankirin "Ji bo ku ewlehiya can û mal ê gelê me li wan herêmên ku operasyon lê tên kirin çêbibe, li gorî qanûnan; 28'ê Tirmehê 2022'an roja Pêncşemê ji se'et. 05,00'a heta operasyonên herêmê biqede di nav sînorên li Meheleya çoltera Merbab'a Nisêbînê qedexeya derketina derve hat îlankirin." (ÎLKHA)