Li Entab'ê ji ber şewata derket zarokekî 12 salî jiyana xwe ji dest da

Li Entab'ê di encama şewata ku li axurê derket de zarokek 12 salî ji duxanê jiyana xwe ji dest da û 30 mîh jî telef bûn.

Ekleme: 27.07.2022 16:55:35 / Güncelleme: 27.07.2022 16:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahiyên hat bidestxistin, bûyer li Mehele ya Beylerbeyîya giredayî navçeyê pêk hat. Hamza Dulukoglu di nav şewata sedema derketina wê nedîyare de ma.

Îtfayeyê ku piştî kesên derdorê telefonî kirin hatin û şewat vemirandin, 30 mîhên ku di axûrê de bûn telef bûn.

Dulukoglu'yê ku di şewatê de giran birîndar bûbû, piştî midaxeleya ewil a ekîbên tendirustiyê hat rakirin nexweşxaneyê û li wir bi tevî midexaleyan jiyana xwe ji dest da.

Laşê bêcan a zarokê 12 salî piştî karên li saziya tipa edlî hat teslîmkirin li malbata wî û derheqê bûyerê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)