Di encama kolandina qeçax de bi dehan îskeletê insanan derket

Di encama kolana qeçax a ku ji teref kesên ku xezîne digerîyan ve hat kirin de li navçeya Sergola Semsûr'ê îskeletên 27 însanan ku tê nirxandin ji dema Romîyan de maye hatin dîtin.

Ekleme: 27.07.2022 16:15:35 / Güncelleme: 27.07.2022 16:15:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li ser ragihandina kolana qeçax a Fermandarîya Qereqola Cendermeya Navçeya Sergola Miduriyeta Muzeya Semsûr'ê lêkolînan li cihê bûyerê kir.

Piştî dîtina mezela odeya yekçavî bi lêkolîna desthilatdaran hat tespîtkirin ku ev cîh aidî serdema Romîyan e.

Wek odeyeke hatiye saz kirin û di mezela ku li aliyê bakûra odê de cihê mezelekê heye de 27 îskeletên însanan derket. Di lêkolina mezela odeyê de hat diyarkirin ku heta niha mezelek ev qasî tije nehatibû dîtin.

Hat îfade kirin ku wek heyîna çandî 3 heb serteşîyê sexlem û şuşeyan hêstîran a şikestî hat dîtin. Tiştên li cihê kolanê hat dîtin ji teref Miduriyeta Muze ve qeyda wanê envanteran hat çêkirin û hat birin muhafezekirin. (ÎLKHA)