Li Somalî'yê êrîşa bi teqemenî: 4 mirî

Di encama 2 teqînên ku li herêma Şabel'a Somalî'ya Jêr pêk hatin de herî kêm 4 kes mirin.

Ekleme: 27.07.2022 15:30:35 / Güncelleme: 27.07.2022 15:30:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin di êrîşa ku li bajarê Merka'yê Somalî'yê li dijî erkdarên hikumetê  hat kirin de, Serokê Şaredariya Merka'yê Abdullahî Alî Wafow jiyana xwe ji dest da, pir parezvan jî birîndar bûn.

Li bajarê Afgooye'yê jî di teqîna ku li mezata heywanan pêk hat de herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)