Li Îzmîr'ê pevçûna çekdarî: 1 mirî 5 birîndar

Di encama pevçûna li Bornova'ya navçeya Îzmîr'ê pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 27.07.2022 13:45:36 / Güncelleme: 27.07.2022 13:45:36 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Bûyer li Mehelleya Yakakoy'a Bornova'yê qewimî.

Li gor agahiyên hat bidestxistin di navbera 2 malbatan de nîqaşeke ku hê sedema wê nedîyare derket. Dema ku bûyer mezin bû her du alî jî demence û tivingê bi kar anîn.

Di encama gule berdanê de kesek jiyana xwe ji dest da, 5 kesan jî birîndar bûn.

Di heqqê bûyerê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)