Serokê Giştî ya HUDA PAR'ê Yapicioglu çû sersaxîya malbata Şanî'yan

Serokê Giştî ya HUDA PAR'ê Yapicioglu û heyeta digel wî, li Îzmîr'ê çûn sersaxîya Fadil Şanîyê ku ji damezrînerên partîya wan bû.

Ekleme: 26.07.2022 17:45:36 / Güncelleme: 26.07.2022 17:45:36 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Ji damezrînerên HUDA PAR'ê Fadil Şanî, doh li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Katîp Çelebî ya Îzmîrê ji Nexweşiya Kronîk a Kezebê ya Obstruktîf (NKKO) wefat kiribû.

Yapicioglu'yê ku ji bo sersaxiyê bi malbata merhûmî çûbû Îzmîr'ê ji teref malbata merhûm ve hat pêşwazîkirin.

Yapicioglu sersaxî da malbata Şanî'yan, ji merhum re ji Xweda rehmetê û ji bo nasên wî jî sebrê teleb kir. (ÎLKHA)