Li Meksîka'yê erîş li dijî merkeza rehabilîtasyona tiryakê hat kirin : 6 mirî

Hat diyarkirin ku li rojavaya Meksîka'yê di êrîşa ku ji teref mirovên çekdarî ve li merkeza rehabilîtasyona tiryakê ya xususî hat kirin de 6 kes mirin.

Ekleme: 26.07.2022 11:30:36 / Güncelleme: 26.07.2022 11:30:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li herêma Tlaquepaque ya bajarê Guadalajara ya eyaleta Jalisco pêk hat.

Li gorî çapemenîya Meksîka'yê  kesên ku nasnameyên wan nediyar in û ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn êrîşî merkeza rehabilîtasyona tiryakê ya xususî  kirin.

Di êrîşê de yek ji wan pîrek 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku derbarê êrîşê de heta niha tu kes nehatiye girtin.

Eyaleta Jalisco li welat wekî yek ji deverên herî tund di nav çeteyên hember de û keleha bazirganiya narkotîkê "Kartela Nesla Nû ya Jalisco'yê" tê zanîn.

Di pêşerojê de çeteyên tiryakê ji bo kuştina bikarhênerên tiryakê yan jî mitefiqên tiryak firoşên hember êrîşê cihê merkeza rehabilîtasyona tiryakê kirine. Li 2020'an de li wilayeta Guanajuato de kesên bi çek êrîşî merkeza rehabilîtasyona tiryakê kiribûn, di encama êrîşê de 27 kesan kuştibûn.

Kesên muptela û firoşker ku dûçarî êrîşên çeteyên hember dibin, carinan xwe dispêrin merkeza rehabilîtasyona tiryakê ku di encama vê de merkeza rehabilîtasyona tiryakê di be hedefa çeteyên tiryakê. (ÎLKHA)