Li Enqere'yê operasyona tiryakê: 285 binçavkirin

Ji 285 gumanbarên ku li Enqere'yê di operasyonên tiryakê da hatibûn binçavkirin 38 kes hatin qefaltin.

Ekleme: 25.07.2022 15:05:33 / Güncelleme: 25.07.2022 15:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê de hat ragihandin ku ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk di navbera 18-24'ê Tîrmehê de li tevahiya bajêr operasyon li dar xistine.

Di operasyonan da ji 285 gumanbarên ku hatin binçavkirin 38 kes hatin qefaltin.

Di lêgerîna ku ji teref ekîban ve hat kirin de 44 kîlo 900 gram tiryak, 4 demence, 8 hezar û 400 heb hatin bidestxistin. (ÎLKHA)