Li Edene'yê pevçûna çekdarî: 2 mirî, 3 birîndar

Li Edeneyê şerê ku di navbera du koman de dest pê kir veguherî şerê çekdarî, di şer de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kesa jî birîndar bûn.

Ekleme: 25.07.2022 14:45:35 / Güncelleme: 25.07.2022 14:45:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navçeya Merkez Yuregîra Edene'yê di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar pevçûn dest pê kir. Di pevçûna ku veguherî şerê çekdarî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di bûyera ku li Mehela Çamlîbelê ya navçeya Yuregîr pêk hat de di navbera her du koman de nîqaş derket. Nakokî di demek kurt de veguherî şerê çekdarî. Di şer de her du aliyan çend caran gule berdan hev. Di pevçûnê de 5 kes hatin gulebarankirin.

Piştî şênîyên mehelê telefonî kirin ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê nîşankirin ku S.Ç. û R.D jiyana xwe ji dest dane û 3 kesa jî birîndar bûne.

Ekîbên polîsan ên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin,  2 demence û berikên vala dîtin.

Cenazeyên S.Ç. û R.D hatin birin  Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Tehqîqeta derbarê bûyerê de berdewam dike. (ÎLKHA)