Ji ber xwarina dawetê bi sedan kes hatin rakirin nexweşxaneyê

Li Bûrsa'yê nêzî 200 kesên ku xwarina di dawetê de hat dayîn xwarin, bi gumana jehrîbûna xwarinê hatin rakirin nexweşxaneyê.

Ekleme: 25.07.2022 14:35:12 / Güncelleme: 25.07.2022 14:35:12 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Li Înegol'a navçeya Bûrsa'yê 200 kesa piştî xwarina li dawetê xwarin nexweş ketin.

Nexweşên ku di nava wan da zarok jî hebûn, bi gazinên sergêjbûn û dil xelînê hatin birin nexweşxaneyê.

Hat hînbûn ku rewşa tenduristiyê ya kesên ku bi gumana jehrîbûna xwarinê li Nexweşxaneya Dewletê ya Înegolê û nexweşxaneyên li derdorê tên dermankirin baş e.

Polîs di derheqê bûyerê de tehqîqet da destpêkirin. (ÎLKHA)