Li Kenyayê otobuseke rêwîyan qeza kir: 24 mirî

Li Kenyayê otobuseke rêwîyan di demak ku ji ser pirê derbas dibû ket xwarê.

Ekleme: 25.07.2022 09:35:29 / Güncelleme: 25.07.2022 09:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Kenyayê otobuseke rêwîyan a ku ji Meruyê diçû Mombasayê di dema ku ji ser pira Çemê Nîthîyê derbas dibû ket xwarê. Di encama qezayê de 24 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexwşexaneyên li derdorê.

Li gorî agahîyên şahidan otobus ji ber arizaya frênê ketiye xwarê.(ÎLKHA)