Li Pakistanê ji baranên mûsonê hejmara miriyan gihîşt 312an

Li Pakîstanê hejmara kesên ji ber barana mûsonê ya ku ev bû 5 hefte li gelek parêzgehên welêt bi tesîr e jiyana xwe ji dest dan derket 312yan û 284 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.07.2022 17:25:35 / Güncelleme: 24.07.2022 17:25:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Baranên zêde ji nîvê Hezîranê ve li seranserê Pakistanê bandoreke neyînî li ser jiyanê dihêle. Bi giştî li gelek bajarên welêt zêdeyî 9 hezar xanî hilweşiyan, gelek pir û rêyên bejahî jî xera bûn.

Hat diyarkirin ku di 5 hefteyên dawîn de ji ber barana zêde li Belûçîstanê 99, li Sindhê 70, li Hayber Pahtunhvayê 61 û li Pencabê 82 kes mirin û bi giştî 284 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)