Barzanî pêşwazî li Konsulê Rûsya li Hewlêrê kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê Rûsya li Hewlêrê kir.

Ekleme: 24.07.2022 14:45:36 / Güncelleme: 24.07.2022 14:45:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hevdîtin doh  li Selaheddîn hat kirin û Mesûd Barzanî pêşwaziya Oleg Levin Konsulê Giştiyê Rûsya li Hewlêrê kir ku wî bi mebesta xatir xwestin û dawî hatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştiyê Rûsya li Hewlêrê spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sazî û rêxistinên dinê Herêma Kurdistanê kir ku di dema derbasbûyî de hevkar û yarmetîder bûne ji bo bi cîhanîna erk û karên wan.

Her di vê hevdîtinê de di derbarê peywendiyên siyasî û aboriyên Herêma Kurdistan û Rûsyayê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser pêşxistina wan peywendiyan kirin.(ÎLKHA)