Mesrûr Barzanî: Kurdistan herdem amade ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana bo Bexdayê de doh di 23ê Tîrmeha 2022an de ligel Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî civiya.

Ekleme: 24.07.2022 14:35:33 / Güncelleme: 24.07.2022 14:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de ku Serokê Hevpeymaniya Siyade amade bû, dawî pêşhat û guhartinên Iraqê û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hatin gotûbêjkirin. Tekezî li pêwîstî û giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser bingeha destûrê hatin kirin.

Serokê Encûmena Nûneran destnîşan kir ku derfet heye ji bo çareserkirina tevhiya pirsgirêkan û di nav de, pirsgirêkên girêdayî bi dosyeya petrol û gazê bi riya danîna yasaya petrol û gazê ya federalî ku di berjewendiya hemû pêkhateyên cuda û welatiyan de be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê herdem amade ye ji bo çareserkirina bingehîn a pirsgirêkan bi riya guftûgoyan, bi awayekî ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê parastî bin.(ÎLKHA)