Li Îranê ji ber lehîyê 20 kes canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin ji ber barana ku zêde barîya li parêzgeha Farsê ya Îranê lehî rabû.

Ekleme: 23.07.2022 12:45:33 / Güncelleme: 23.07.2022 12:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêmên bi navê Neyriz, Sultan Şahbaz Estehban û Daraba parêzgeha Farsê ji ber barana zêde lehî rabû. Ji ber lehîya ku rabû heta niha 20 kesan canê xwe ji dest dan û çend kesên ku hejmara wan a teqez nayê zanîn jî winda bûn.

Tê diyarkirin ji ber lehîyê li herêmê 50 xanî zirar dîtin. Ji bo kesên windabûyî bên dîtin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)



Etiketler: