Alîkariya çekan a Emerîka'yê ji bo Ûkrayna'yê gihaşt 9 mîlyar dolaran

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby got ku ji dema Joe Biden dest bi wezîfeyê kiriye vir ve, wan nêzî 9 milyar dolar alîkariya leşkerî dane Ukraynayê.

Ekleme: 23.07.2022 11:35:10 / Güncelleme: 23.07.2022 11:35:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kirby anî ziman ku ew ê 275 milyon dolar alîkariya çekan a îlawe bidin Ûkrayna'yê ku di nav wan de pergala roketên HIMARS û balafirên bêpîlot ên Phoenix Ghost jî hene û got ku 4 Sîstemên Roketên Topavêj ên Bi Performansa Bilind (HIMARS) û 36 hezar muhimmatên HIMARS ku buhayê wê 175 mîlyon dolar e, ji envantera artêşê hat derxistin û ragihand ku ew ê deme kî nêz de wê bê dayîn Ûkraynayê re.

Kirby her wiha diyar kir ku ew ê 580 dronên taktîkî yên Phoenix Ghost bi buhayê wan 100 mîlyon dolarî bidin Ûkraynayê. (ÎLKHA)