Akîf Polatê endamê HUDA PARê yê ku ji scoteerê ket erdê û giran birîndar bû wefat kir

Hat ragihandin Akîf Polatê ku endamê HUDA PARê bû û di gelek sazîyên alîkarîyê de bi dildarî xebatan dikir ji ber qezaya ku berî vê çend rojan derbas kiribû giran birîndar bûbû û hatibû rakirin nexweşxanê.

Ekleme: 23.07.2022 10:55:36 / Güncelleme: 23.07.2022 10:55:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat hînbûn  Polatê ku ji scoteerê ket erdê û giran birîndar bû wefat kir.

Polat li Erxanîyê ji teref hezkirî û dostên xwe ve hat definkirin. Malbata rehmetî li Erxanîyê şîn danîn û li wê derê tazîyeyan qebûl dike.(ÎLKHA)