Wesayîta ku karkerên çandînîyê tê de bûn qeza kir: 2 mirî 17 birîndar

Li Mêrdînê wesayîta ku karkerên çandînîyê tê de bûn qeza kir, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 23.07.2022 10:45:37 / Güncelleme: 23.07.2022 10:45:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza derdora seat 05.00an de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa ku ji Serêkanîyêya Rihayê ber bi Qoserê ve diçû û tê karkerên zireatê hebûn ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê qeza kir û teqla avêt.

Di encama qezayê de  2 kesan canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)