Qeza derdora seat 05.00an de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa ku ji Serêkanîyêya Rihayê ber bi Qoserê ve diçû û tê karkerên zireatê hebûn ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê qeza kir û teqla avêt.
Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)