Li Entelya'yê pevçûna "çêrandina heywanan": 2 mirî, birîndarek

Li navçeya Serikê di şerê bi çek û kêran de ku ji ber “çêrandina heywanan” derket de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Ekleme: 23.07.2022 10:40:35 / Güncelleme: 23.07.2022 10:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Mehela Gedîk'ê ku giredayî navçeyê de pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di navbera M.G. û kesê bi navê V.K. û kurê wî O.K. de  li ser meseleya çêrandina heywanan nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş veguherî şer, M.G bi tivinga nêçîrê ya li kêleka xwe gule berdan bav û kur. O.K jî M.G ji singa wî kêr kir.

Birîndaran ji teref ekîbên Servîsa Lezgîn ve ku li ser xeberê hatin cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serikê.

Tevî hemû mudaxeleyan V.K. û M.G. nehatin xelaskirin.

Li ser bûyerê tehqîqet berdewam dike. (ÎLKHA)