Bûyer li Mehela Gedîk'ê ku giredayî navçeyê de pêk hat.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di navbera M.G. û kesê bi navê V.K. û kurê wî O.K. de li ser meseleya çêrandina heywanan nîqaş derket.
Piştî ku nîqaş veguherî şer, M.G bi tivinga nêçîrê ya li kêleka xwe gule berdan bav û kur. O.K jî M.G ji singa wî kêr kir.
Birîndaran ji teref ekîbên Servîsa Lezgîn ve ku li ser xeberê hatin cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serikê.
Tevî hemû mudaxeleyan V.K. û M.G. nehatin xelaskirin.
Li ser bûyerê tehqîqet berdewam dike. (ÎLKHA)