Çîn, ji Japonyayê re ji bona tehlîyekirina ava Fukushîmayê bertek nîşan da

Wezareta Karên Derve ya Çînê, Japonyayê ji bona qebûlkirina plana avêtina avê ji santrala nukleerî ya Fukushima ji bo okyanûsê protesto kir.

Ekleme: 22.07.2022 15:40:35 / Güncelleme: 22.07.2022 15:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wang Wenbînê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê, di daxuyanîya ku belav kir de nerazîbûna xwe ya mezin ji qerara Japonyayê re destnîşan kir.

Wenbîn di daxuyanîya xwe de diyar kir ku Japonya ji endîşeyên giştî re mûhîmtîyê nade û weha berdewam kir, “Qerar pir bêberpirsiyarî ye, ji ber vê yekê em bi tundî protesto dikin. Ev pirsgirêk tenê alîyê Japonyayê eleqe nake. Em ji Japonyayê re derheqê bi cih anîtina mesulîyetên navneteweyî de îsrar dikin.”

Wenbîn di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku Tokyo van çalakîyên xwe xeyn li Çînê tenê na, li gelek wîlayetan jî dibe sedema “endîşeyên xuyakirî”, îfade kir ku tehlîyekirina avê ya ji santrala nukleerî ya Fukushimayê ya li okyanûsê ekolojîya Okyanûsa Pasîfîkê jî tehdît dike. (ÎLKHA)