Li Êlihê di şerê navbera ciwanan de kesek mir

Li navenda Êlihê di encama şerê bi kêran de ku di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar pêk hat kesek jiyana xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Ekleme: 22.07.2022 12:35:29 / Güncelleme: 22.07.2022 12:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şer, li Mehela Kultur'ê pêk hat. Li gor agahiyan di navbera her du komên ciwanan de ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn nîqaş derket. Gotûbêj di demek kurt de cihê xwe da şerê bi kêran. Di şerê ku derket de R. Y. yê 22 salî û kesekî yê nenas bi giranî birîndar bûn. Ji birîndaran R. Y. yê ku rakirin nexweşxaneyê digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Tehqîqeta der barê şer de berdewam dike. (ÎLKHA)