Ji teref rejîma îşxalker a sîyonîst ve ser Şamê erîşa asîmanî

Rejîma îşxalker a sîyonîst, şeva borî li Şama paytexta Sûriyê êrişên hewayî li ser hin xalan pêk anîn.

Ekleme: 22.07.2022 11:50:30 / Güncelleme: 22.07.2022 11:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ajansa nûçeyan a Rejîma Sûriyê SANA'yê ragihand ku rejîma îşxalker a siyonîst di se'et 00:30`an de hin nuqteyên leşkerî li derdora Şamê bi mûşekan hedef girtin.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin, "Sîstema me yên parastina hewayî hin mûşekên dijmin ên ku ji aliyê Golana dagirkirî ve dihatin xistin xwarê."

Di nûçeyê de ku tê gotin dengên teqînên dijwar hatine bihîstin, hat diyarkirin ku 3 leşkerên artêşa rejîmê mirine.

Rejîma îşxalker a siyonîst ji sala 2011`an ve ku şerê navxweyî dest pê kir, êrişî cihên leşkerî li Sûriye'yê dike. (ÎLKHA)