Li Gurcistanê brûsk li herêma leşkerîyê ket: Mirîyek, 9 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Gurcistanê li bingeha leşkerîya Fort Gordonê di dema perwerdehîyê de ji ber ketina brûskê leşkerek canê xwe ji dest da û 9 leşker jî birîndar bûn.

Ekleme: 21.07.2022 12:09:45 / Güncelleme: 21.07.2022 12:09:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref rayedarên Fort Gordonê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku doh serê sibê di hewaya bi bahoz de bi tevî leşkeran pewerdehî dihat kirin û di dema vê perwerdehîyê de brûsk li herêma perwerdehîyê ket.

Di encama ketina brûskê de leşkerek canê xwe ji dest da, 9 leşker jî birîndar bûn. (ÎLKHA)