Li Papua Gîneya Nû êrîş li qebîleyê hat kirin: 18 mirî

Hat destnîşankirin ku komek li Papua Gîneya Nû êrîş li qebîleyek kir, di encama wê êrîşê de 18 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 21.07.2022 11:25:27 / Güncelleme: 21.07.2022 11:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Papua Gîneya Nû hatine bidestxistin, kesên ku nasnameyên wan naynê zanîn bi tevî kêr, sator û biviran êrîş li cihên şênî ên ku li bajara Porgerayê ne kirin.

Di encama êrîşê de 5 jê pîrek tev de 18 kesan ji teref êrîşdaran ve hatin kuştin.

James Marapeyê Serokwezîrê Papua Gîneya Nû piştî êrîşê li herêmê rewşa neasayî îlan kir û ji herêmê re polêsan sewq kir. (ÎLKHA)