Li Sêrtê teqîna trafoyê bû sedema panîkê

Trafoya elektrîkê ya li kêleka Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê teqiya.

Ekleme: 20.07.2022 16:09:50 / Güncelleme: 20.07.2022 16:09:50 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin trafoya ceyranê ya ku li nêzî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê ya Kolana Yenî Mahalle Turan Beyazıtê bû teqiya û şewitî.

Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê ya Şaredariya Sêrtê ku li ser xeberê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Dema ekîban agir divemirand 2 teqînîyên din pêk hatin. Bi bihîstina teqînê re welatî ketin nava panîkê.

Şewat bi midaxeleya ekîban hat kontrolkirin, sedema derketina şewatê tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)