Otobûsa rêwîyan ji rê derket: 1 jê giran 17 birîndar

Li Qeyserî'yê otobûsek ji rê derket di encama qezaya ku pêk hat de 1 jê giran 17 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 20.07.2022 12:35:32 / Güncelleme: 20.07.2022 12:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li Rêbeja Meletî'yê di nêzî mewqîya Kamber de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobûsa rêwiyan a ku ji Stenbolê diçû Mereş'ê ji ber ku ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir ji rê derket û ket şahiyê.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re polîs, cenderme û ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di qezayê de 1 jê giran 17 kesan birîndar bûn.

Di heqqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)