Qemyonet û maşîn li hev qelibîn: 2 mirî, 10 birîndar

Li Semsûr'ê di encama qezaya ku qemyonetek û maşînek li hev qelibîn de 2 kesan mirin 10 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 20.07.2022 11:09:49 / Güncelleme: 20.07.2022 11:09:49 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza danê êvarê li kîlometreya 5'emîn a Rêbeja Besnî-Entab de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li ber qada pîknîkê ya Sugozuyê qemyoneta ku di bin kontrola B.V. de bû ji ber sedemeke nediyar maşîna ku di bin kontrola M.D. de bû qelibî.

Bi tesîra qelibînê maşîn kete zinarekî 20 metreyî.

di encama qezayê de 12 kesan birîndar bûn.

2 birîndarên ku bi ambûlansan hatin birin Nexweşxaneya Dewleta Besnî'yê li wir jiyana xwe ji destdan.

Di heqqê qezayê de tehqîqet hate destpêkirin. (ÎLKHA)