Li Nîjeryayê êrîşa çekdar: 14 kes mirin

Li wîlayeta Îmoya Nîjeryayê ji kesên ku ji de’wetê vedigerîyan re bi çekan êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 14 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 19.07.2022 17:09:44 / Güncelleme: 19.07.2022 17:09:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îddîakirin ku endamên Aga Ewlehîya Ebubeaguya ku girêdayê rêxistina Xelqên Mehellî yên Bîafrayê ne, li wîlayeta Îmoyê bi çekan êrîş li kesên ku ji de’wetê vedigerîyan kirin.

Di encama êrîşê de 14 kes canê xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî winda bûn.

Ji teref rayedaran ve hat diyarkirin ku derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)