Li Îspanya ji ber pêla germê di nav heftîyek de 510 kesan mirin

Hat ragihandin ku ji ber pêla germê ya ku li seranserê welatê Îspanya'yê di navbera 10-16'ê Tîrmehê de bi bandor bû, 510 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 19.07.2022 09:35:32 / Güncelleme: 19.07.2022 09:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Enstîtuya Tenduristiyê ya Carlos III ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya li Îspanyayê ragihand ku ji ber pêla germê ya ku ji 10'ê Tîrmehê vir ve welêt bandor dike 510 kes mirin.

Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a Îspanyayê EFE'yê di 10'ê Tîrmehê de 15, di 11'ê Tîrmehê de 28, di 12'ê Tîrmehê de 41, di 13'ê Tîrmehê de 60, di 14'ê Tîrmehê de jî 93, di 15’ê Tîrmehê de 123 û di 16’ê Tîrmehê de 150 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Tê diyarkirin ku ji ber hewaya germê 321 kesên ku canê xwe ji dest dane ji 85 salî zêdetir in, 121 kesên wan jî di navbera 75 û 84an de ne, 44 kesan jî di navbera 65 û 74an de ne.

Hat îfadekirin hewaya germ ya ku welêt kiribû bin tesîra xwe ji welêt derdikeve. (ÎLKHA)