Li Hindistan'ê otobus ket çemê: 12 mirî, 10 winda

Li eyaleta Madya Pradeş a Hindistanê otobusa rêwiyan ji pirê li çem qelibî, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kesan jî winda bûn.

Ekleme: 18.07.2022 17:25:35 / Güncelleme: 18.07.2022 17:25:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li pira Halghat Sanjay Setu ya navçeya Dhar a Madhya Pradeşê qewimî.

Li gorî medyaya Hindistanê, otobusa rêwiyan ku herî kêm 40 kes tê de bûn, dema ji pirê derbas dibû bi dehan metre jêra çemê Narmada qelibî.

Bi agahî dayîn re gelek tîmên tenduristiyê û lêgerîn û rizgarkirinê sewqî herêmê kirin.

Di encama lêkolînan de 15 kes bi saxî hatin rizgarkirin û cenazeyên 12 kesan jî hatin dîtin.

Hat destnîşankirin ku di bûyerê de herî kêm 10 kes jî winda bûne û ji bo dîtina wan lêgerîn dewam dike.

Piştî xebata bi se'etan otobus bi maşînên giran ji çem hat derxistin. (ÎLKHA)