Li Perûyê karkerên barkêşî ji ber fîyetên sotemenîyê dest bi grevê kirin

Karkerên barkêşî yê Perûyê, îlankirin ku ew ji ber zêdebûna fîyetên sotemenîyê ji îro pê ve dest bi greveke neteweyî ya bêdem kirin.

Ekleme: 18.07.2022 13:45:33 / Güncelleme: 18.07.2022 13:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Javier Corralesê Temsîlkarê Yekîtîya Barkêşên Perûyê, derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de got ku ji 25 herêmên welat di 24 hebên wan de ew ê ji karkerên barkêş sedî 80 beşdarê grevê bibin.

Corrales, di berdewama daxuyanîy xwe de îfade kir ku ew ê hemû qamyonan rêyan bigrin.

Carolles bang li hikumetê kir û got ku bila subvansiyonên ku ji sektora çûndin û hatine re tê dayîn zêde bibe, fîyetên sotemenîyê bila bê daxistin, barkêra bar bila vegere statuya giştîyê û bila ji barkêrên bar re alîkarî bê kirin û hinek tedbîran bên girtin.

Luîs Rîverayê Alîkarê Wezîrê Çûndin û Hatin yê Perûyê, derheqê grevê de di hesaba xwe yê medyaya civakê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de bang kir ku bila rê neynê girtin û teahûda hikumetê yê “lêgerîna çêreserîyê yê bi dîyalogê” nûvejen kir. (ÎLKHA)



Etiketler: