Karwana Hêvîyê di nav welat û derveyê welat de bi sedan malbatan re goştê sor belav kir

Karwana Hêvîyê ya ku ji xebatên xwe yên sala 2022yan re bi tevî Tirkîye di 26 welatan de bi şîara “Qurbana wê Bibe Hêvî” dest bi organîzasyona qurbanê kir, di vê çarçoveyê de bi sed hezaran malbatan re goştê sor gihaşt.

Ekleme: 18.07.2022 12:15:13 / Güncelleme: 18.07.2022 12:15:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê bi tevî Tirkîye li welatên Efxenistan, Yemen, Filistîn, Bangladeş, Arakan, Nepal, Kambodya, Somalî, Keyna, Etîyopya, Nîjer, Nîjerya, Kamerun, Çad, Malî, Burkîna Faso, Togo, Benîn, Tanzanyayê organîzasyona qurbanê kir, di vê çarçoveyê de li van welatan ji 21 hezar û 674 malbatan re 167 ton goştê sor hat belavkirin û ji sedhezaran malbatan re goştê sor gihaştin.

Cengîz Kurtaranê Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê, derheqê van alîkarîyan de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew ji vê alîkarîyê kêfxweşîya gihaştina goştê sor yê li xwedîyê mihtacan dijîn û ji ber vê yekê ji xêrxwazan û dildaran re sipasiyan kir.

Di 26 welatan de organîzasyona qurbanê hat lidarxistin û ji sedhezaran malabatan re goştê sor hat gihaştin

CENGÎZ KURTARAN

Kurtaran di axavtina xwe de îfade kir ku ew ji sala 2022yan re bi şîara “Qurbana wê Bibe Hêvî” dest bi xebatên xwe kirin û weha axavtina xwe berdewam kir, “Me li serî di nav welat de û li derveyê welat jî di gelek welat û coxrafyayên mezlûm de ji bona ku wekaletên qurbanan bi cih bînin gelek micadeleyek kir. Me wekaletên qurbanên xwe yên ku ji xêrwazên me ji me re hatine dayîn li cihên ku me di berê de amade kiribû de bi şeklekî paqij û bi sihhet bikaranît. Me xeyn ji welatê me 25, bi tevî welatê me di 26 welatan de fealîyetên xwe yên qurbanê bi kar anît. Me bi taybetî welatên ku birçîbûnîyê dikşînin hilbijart û li 20 welatên Efrîqayê wekaletên xwe bi kar anît. Me li Efxenîstana ku di demê dawîn de birayên me li wê derê birçîbûnîyek dikşînin fealîyetek ciddî li dar xist. Xeyn ji Efxenîstanê li kampên Bangladeş û Arakanê, li welatên Nepal, Kamboçya, Yemen û Filistînê jî goştê sor belav kir.”

“Bi deh hezaran malbatan re 167 ton goştê sor belav kir, ji zarokên êtîm û mihtacan re jî ‘îdanîyê diyarî kir”

Kurtaran di berdewama axavtina xwe de weha got, “Me di wan welatên ku goştê sor belav kir de ji sedhezaran malbatên me yên ku dildarên me di berê de wan tespît kiribûn re goştê sor belav kir. Li derveyê welat ji kesên ku di gundan, konan, êtîmxaneyan û medreseyan de dijîn re jî qurbanan bexş kir. Me di ‘Îda Qurbanê de tenê goşt belav nekir ji zarokên êtîm û mihtac re jî cilên ‘îdanîyê diyarî kir. Ji gelek malbatan re jî alîkarîya meddî kir.”

“Alîkarîyên me ew ê di domahîya salê de jî berdewam bike”

Kurtaran di dawîya axavtina xwe de ji dildarên xwe re, ji xêrxwazan re, ji kesên ku wekaletên xwe dane wan re sipasîyan kir û weha got, “Ez ji wan hemû kesên ku di dema qurbanê de alîkarîyê ji me re kirine re sipasîyan dikim. Ew ji xêrên gelek xweşik re bûn wesîle. Çîmkî malbatên me yên wisa hene ku salekî goştê sor nakeve malên wan. Em ji dildarên xwe yên ku di vê pêvajoya zehmet de alîkarîyan ji me re kirine re sipasîyan dikin. Xwedê Teala xêra wan hemûyan qet bi qet zêde bike. Bi îzna Xwedê em ê bi tavî alîkarîyên xêrxwazên xwe di nav salê de belavkirina goştê sor û goştê sipî berdewam bikin.” (ÎLKHA)