Li Pakîstanê êrîş li cihê kontrolê hat kirin: 2 mirî

Li wîlayeta Hayber Pahtunhvaya Pakîstanê êrîş li cihê kontrola polêsan hat kirin, di encama êrîşê de 2 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 18.07.2022 11:25:29 / Güncelleme: 18.07.2022 11:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Pakîstanê hatine bidestxistin alîgirên zêdegavîyan bi çekan êrîş li cihê polêsê yê ku li nêzê gundê Şalobara ku girêdayê wîlayeta Hayber Pahtunhva ye kirin.

Di encama êrîşê de polêsek û sîvîlek giran birîndar bûn. Kesên birîndar jî hatin rakirin nexweşneyê û li nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku piştî meseleyê ji bona kesên ku êrîşê kirin û revîyan, xebatên lêgerînê hat destpêkirin.

Hê tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)