Hewara dayikekê: “Ez naxwazim ku zarokê min bimire”

Li Edene’yê dayika ku kurê wî ya 22 mehî ji nexweşîya SMA’yê her roj nezîktirî mirinê dibe ji desthilatdar û xêrxwazan alîkarî dixwaze.

Ekleme: 18.07.2022 10:09:41 / Güncelleme: 18.07.2022 10:09:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Mehela Gursel Paşayê girêdayî Seyhana Navçeya Edene’yê zarokên Mehmet Alî û Tuba Oruç’ ê ku kurê wanê Omer’ê 22 mehî di 4 mehîya xwe de bi nexweşîya SMA’yê ket li benda alîkarîyê ye.

Malbata bêhêvî ji ÎLKHAyê re axivî û li benda alîkariyê rayedaran e. Dayika Tuba Oruç jî diyar kir ku divê ev alîkarî bi lez bê kirin, diyar kir ku tu dem û hêza zarokê wan Omer nemaye.

Dayika Tuba Oruç, anî ziman ku nexweşiya SMA’yê bi kurê wê Omer re heye û dermanê vê nexweşiyê jî heye û got ku ew ji bo dermankirina kurê xwe li benda destê alîkariyê ye.

“Tu dem û hêza berxwedana bi Omer re nemaye”

Dayika Tuba Oruc diyar kir ku dermana vê nexweşîyê heye û ew dixwaze ku ji vê nexweşîyê Omer xelas bike. Tuba Oruc di berdewama axavtina xwe de wusa got, “Lê nexasim tedawîya wî pir bihaye. Malbatek nikare ji binê vê barê derkeve. Me ji bo wî kampanyayek li dar xist. Me bi pejirandina Walîtîyê kampanya destpêkir lê kampanya pir hêdî diçe. Gere ev kampanya ji nişka bi bez be. Tu dem û hêza berxwedanê bi Omer re nemaye.”

“Dema ku me bihîst malik li me xerabû”

Dayik Oruç diyar kir ku ji ber ku masûlkeyên Omer şistin nikare hereketê bike, Oruç peyva xwe werê domand, “Min carekî du caran wî bire dokto, got’Normal e hê zaroke”. 2-3 meha min temaşe kir ku ev tiştên min didît ne normal bû. Dûre ez rabûm dîsa min bir nexweşxaneyê cem bijîşka Norolojîyê. Bijîşkê norolojîyê hundirê çavên min nerî got: ‘Dişibihe nexweşîya SMA’yê.’ Min got jî ez nizanim ku nexweşîya SMY’yê çi ye? Bijîşk got: ‘Nexweşîya SMA’yê nexweşîya masûlke  ya xedare, masûlkeyên wî dihele. Dema ku me veya bihîst malik li me xerabû.”

“Min bêhna Omer heft mehan nestend”

Dayika Oruç, anî ziman ku di teşhîsê zarokên wê de dereng mane û testên genetîkî jî dereng derketine. Dayik Oruç destnîşan kir ku, “Genetîk sê mehan me bende hişt. Heta encamên genetîkê hatin halê Omer xerabtir bû. Encama genetîka me hat û deket holê ku nexweşîya me Tîp 1 SMA derket. Carekê Omer av ji min xwest, ji ber qurtek av 7 meha di çavdêriya awarte de ma. Min bêhna Omer heft mehan nestend. Xwedê neke nesîbê tu dê û bavan heqîqeten zehmet e. Çimkî zarokên bi vê nexweşîyêne ji ber ku masûlkê wan dihelin nikarin tiştekî biqurpînin.”

“Kî çi qas karibe bila destê Omer bigire”

Dayik Oruç diyarkir ku Omer bi xortimeke ku bi navika wî ve girêdayî ye xwarinê dixwe û dûre wiha got:“Dibe ku ev zarok a te be jî, yan tu jî wek min dayikeke bêçare bî. Bila kes nebêje wê neyê serê min. Min bi zaroka xwe re ev nexweşî nas kir. Ji bo xatirê Xwedê ez dibêjim, kî çi qas karibe bila destê Omer bigire. Kurê min her roj li ber çavên min ber bi mirinê ve diçe, ji min re ne şev û ne roj heye. Ez her dem li ber serê wî me. Di her kêliyê de her tişt dikare bibe. Omer di tûka xwe de jî dixeniqe. Ger ez mudaxele nekim wê Omer bimire. Bila min bibihîzin, bila min bibînin. Ez wek dayikek ji bo xatirê Xwedê tenê xilasbûna wî dixwazim. Ez dixwazim dengê Omer bê bihîstin. Bila destê Omer bê girtin û biçe tedawîyê.”

“Zarokên bi SMA bila werin dîtin”

Bav Mehmet Alî Oruç diyar kir ku ji bo tedawîya nexweşiyê pereyê wan tine ye. Bav derheqê mijarê de werê got, “Bi rastî jî qeweta me terî vê tedawîyê tune ye. Em hê jî derdikevin standan. Ji kerema xwe zarokên bi nexweşîya SMA bila were dîtin. Dema me li standeê dîtin bila ne bêjin “Ma dîsa SMA, dîsa ev bebeqan”. Bila nebejin “wê neyê serê min”. Ez dixwazim ku alîkariyek bikin ji van zarokan re. Ez dixwazim ku mezinên dewleta me alîkariyê bike bi van nexweşên bi SMA re.”

“Bi izna Xwedê emê qezenc bikin”

Îskender Tekînê Xalê Omer got ku em ji bo xwarzîyê xwe bi xebata stand, kermes, afiş û broşûra li sehayê ne. Tekîn gotinê xwe werê domand, “Hevalên me weşanên zindî dikin. Em hewl didin xwe bigihînin kesên hestîyar û kesên xwedî wijdan. Bi izna Xwedê aniha em di sedî 11 û nîvê de ne. Bi izna Xwedê emê qezenc bikin.” (ÎLKHA)