Mucahid: Em ê destûr nedin ku ji ser axên Efxanistanê êrîşî welatên cîran bê kirin

​Berdevkê Mîrektîya Îslamê yê Efxanistanê Zebîûllah Mucahîd derbarê êrîşên ku ji teref endamên DAIŞê ve ji ser axên Efxanistanê li Ozbekistan û Tacikistanê hatin kirin de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 17.07.2022 15:50:08 / Güncelleme: 17.07.2022 15:50:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî vê çend rojan ji teref endamên DAIŞê ve li ser sînorên Efxanistanê bi mûşekan li Ozbekistan û Tacikistanê hat kirin. Ji ber vê êrîşa ku hat kirin ji teref asayîşa Mîrektîya Îslamê yê Efxanistanê  ve li dijî endamên DAIŞê operasyon hat lidarxistin û di encama operasyonê de 3 endamên DAIŞê hatin kuştin û 5 jî hatin girtin.

Ji teref Berdevkê Mîrektîya Îslamê yê Efxanistanê  Zebîûllah Mucahîd ve derheqê vê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin. Mucahîd di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Em ê destûr nedin ku ji ser axên Efxanistanê êrîşî welatên cîran bê kirin. Hêzên ewlehîyê yên Mîrektîya Îslamê yê Efxanistanê roja şemîyê di derengîyên êvarî de operasyonek dan destpêkirin û di netîceya operasyonê de3 endamên DAIŞê hatin kuştin û 5 jî hatin girtin.”(ÎLKHA)