Erdogan bi Macron re li ser telefonê hevdîtin kir

Di pêwendiya telefonî ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de pêwendîyên Tirkiye û Fransayê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Ekleme: 17.07.2022 10:35:32 / Güncelleme: 17.07.2022 10:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku hêviyên wî yên der barê SAMP-Tyê da ew e ku di çarçoveya prensîba "temamiya vekirî" de sîstemeke hevpar a ku herî zêde hevkariyê dihewîne bi pêş bixin û ji bo destpêkirina projeya kirînê temîn bikin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku biryar hat dayîn ku pêvajoya hinardekirina genimê Ukraynayê ji Navenda Koordînasyonê ya ku dê li Stenbolê bê avakirin û ji rayedarên Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk tê, were birêvebirin.(ÎLKHA)