Li Maharashtrayê ji ber barana zêde hejmara miriyan derket 102yan

Li eyaleta Maharashtra ya Hindistanê ji ber barana ku ji 1'ê Hezîranê ve bi bandor e 102 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 17.07.2022 10:35:28 / Güncelleme: 17.07.2022 10:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya Hindistanê, ji 1'ê Hezîranê û vir ve li Maharashtrayê ji ber  barana zêde lehî rabûn.

Hat diyarkirin ku heta niha hejmara miriyan derketiye 102yan û nêzî 12 hezar kes jî ji herêmê hatine derxistin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji ber lehiyê nêzî 200 heywan telef bûne.

Rayedaran ji bo navçeya Palghar a Maharashtrayê hişyariya sor dan û ji ber barana zêde hişyarî da welatiyan.

Hat destnîşankirin ku çemên li herêmê jî di bin metirsiya lehiyê de ne. (ÎLKHA)