Li gorî medyaya Hindistanê, ji 1'ê Hezîranê û vir ve li Maharashtrayê ji ber barana zêde lehî rabûn.
Hat diyarkirin ku heta niha hejmara miriyan derketiye 102yan û nêzî 12 hezar kes jî ji herêmê hatine derxistin.
Her wiha hat diyarkirin ku ji ber lehiyê nêzî 200 heywan telef bûne.
Rayedaran ji bo navçeya Palghar a Maharashtrayê hişyariya sor dan û ji ber barana zêde hişyarî da welatiyan.
Hat destnîşankirin ku çemên li herêmê jî di bin metirsiya lehiyê de ne. (ÎLKHA)