Zarokê ku di navenda pevçûna çekdar de ma jiyana xwe ji dest da

Muhammed Huseyîn ê 8 salî ku li Entab'ê di şerê çekdarî yê di navbera du koman de derketibû û di encama gulebarana li zikê wî de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Ekleme: 16.07.2022 16:09:45 / Güncelleme: 16.07.2022 16:09:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Mehela Nurtepe ya navçeya Şehîtkamilê qewimî. Hat îddîakirin ku di navbera her du koman de li nîvê kuçeyê ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket. Di demeke kin de nîqaşên ku zêde bûn veguherî şerê çekdarî.

Di dema şer de her du koman gule berdan hev. Guleyên çekê li zikê welatiyê biyanî Muhammed Huseyîn ê 8 salî ku li kolanê dilîst, ketin. Mihemed Husyîn ku di encama gulebarana li bedena wî de bi giranî birîndar bû, di nava xwînê de ket erdê.

Kesên ku dîtin Muhammed Huseyîn li erdê ketiye, telefonî 112'yê kirin. Bi girtina nûçeyê re tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî herêmê kirin. Muhammed Huseyîn piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê yên hatine herêmê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamîlê.

Muhammed Huseynê ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin digel tevî midaxaleyan jî jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Muhammed Huseyîn piştî karên otopsiyê yên li morga Saziya Tiba Edlî ya Entab'ê ji bo definkirinê teslîmî malbata wî kirin.

Hat diyarkirin ku kesên tevlî şerê çekdarî yê ku di encamê de Mihemed Huseyîn hat kuştin hatin binçavkirin. (ÎLKHA)