Li Êlihê rûyê kesên mihtac tê kêfxweşkirin

Karwana Hêvîyê ya Êlihê ku di navbera xêrxwaz û mihtacan de wezîfeya pirê dibîne, ji bi sedan malbatan re goştê sor belav kir û wan kêfxweş kir.

Ekleme: 16.07.2022 15:20:32 / Güncelleme: 16.07.2022 15:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ya Êlihê, li bajêr xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Karwana Hêvîyê yê ku ji roja yekemîn a ‘Îda Qurbanê heta îro alîkarîyên xwe didomîne, heta îro ji 600î zêdetir malbatên mihtac û êtîm re goştê sor belav kir.

Îsmet Okmenê dildarê Karwanê Hêvîyê yê Êlihê derheqê alîkarîyên ku kirin de daxuyanî da û di agahîyê xwe de got ku ew kêfxweşkirina malbatên êtîm û mihtac didomînin.

Okmen, di daxuyanîya xwe de bal kişand ku ew bi tevî dildarên xwe di kuçeyên Êlihê de fealîyetên alîkarîyê kirin, “Em ji bi sedan malbatên xwe yên ku gazîyê avahîya komeleyê kirin re jî alîkarîya goşt kir. Me bi tonan goştên ku bi wekaletê an jî bi navbeynkarîyan gihîştine me belavê malbatên xwe kir. Em di vê xebatê xwe de cardin jî şahid bûn eger ku dewlemendan bixwazin di rûyê mihtacan de kêf çêdibe. Em ji hemû kesan re ji bona ji zêdetir êtîm û mihtacan re bibin hêvî bang dikin.” (ÎLKHA)