Li Îspanya ji ber pêla germê di 5 rojan de 237 kesan mirin

Hat ragihandin ku ji ber pêla germê ya ku li seranserê welêt di navbera 10-14'ê Tîrmehê de li Îspanyayê bi bandor bû 237 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 16.07.2022 15:05:30 / Güncelleme: 16.07.2022 15:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Enstîtuya Tenduristiyê ya Carlos III ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya li Îspanyayê ragihand ku ji ber pêla germê ya ku ji 10'ê Tîrmehê vir ve welêt bandor dike 237 kes mirin.

Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a Îspanyayê EFE'yê di 10'ê Tîrmehê de 15, di 11'ê Tîrmehê de 28, di 12'ê Tîrmehê de 41, di 13'ê Tîrmehê de 60 û di 14'ê Tîrmehê de jî 93 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Germahiya herî zêde ya ku ji roja Yekşemê vir ve li gelek deverên welêt hat tomarkirin ji duh ve dest bi kêmbûnê kir.

Pisporên meteorolojîyê diyar kirin ku germahiya herî zêde li Cantabria, Navarra, La Rioja, Badajoz, Zaragoza, Nîvgirava û Mallorcayê ye.

Pispor pêşniyar dikin ku pir av vexwin, li malê bimînin û ji rêwîtiyê dûr bikevin. (ÎLKHA)