Hat tespîtkirin ku Polîsê Emrîqayê, 46 caran gule li ciwanê reşik xistîye

Encama otopsîya Jayland Walkerê ku çend rojê berê ji teref polêsê Emrîqayê ve hatibû kuştin hat daxuyandin. Li gorî otopsîyê, 8 polês, 46 caran gule li Walkerê reşik xistîne.

Ekleme: 16.07.2022 09:50:32 / Güncelleme: 16.07.2022 09:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat tespîtkirin ku li wîlayeta Ohîoya Emrîqayê di 27ê Hezîranê de 8 polês, ji ber îxlalkirina trafîkê 46 caran gule li berê Jayland Walkerê reşik yê 25 salî kirîne.

Li gorî encama otopsîyê, 5 caran di pişt de li berê Walkerê 25 salî yê ku hatîye tespîtkirin eraqê venexwarîye hatîye kirin, bi temamî 46 caran gule li Walker hatîye kirin. Rayedarên tip yê ‘edlî daxuyandin ku bi tivingê di sing, qorik, çok û ser çav de hatîye berdan.

Rayedarên tip yê ‘edlî, destnîşan kirin ku di Walker de xeyn ji guleyan birînên dinê jî hebûne. (ÎLKHA)